Bi husna ehseni t-teqwîm û zahir soretê zat î
nezer dî “’elleme l-esma’” we batin ’eyn-i mir’at î
Di pabûsa semen sayê mi nêrî bejn û balayê
“Le’ellî ebluxu l-esbabe esbabe s-semewatî”
Ji vê teqwîm-i insanî nezer da sirrê subhanî
“Fe-haze l-wechu min ecla berahînin we-ayatî”
Ko nûra ’işqê lami’ det li torê qelbê cami’ det
Di seyra berzexi l-esma’ nihayatu bidayatî
Nişanên turre tuxrayan di weşfê zuhre sîmayan
“Li-’inwani t-tecellî min bera’ati l-’ibaratî”
Dilo wer seyrê balayan di gulzara semensayan
“Bi-ha tehtezzu banatun lena min meysi qamatî”
Semaya cumle dêmdur tê bi i’caz ehlê sur pir tê
“Bi-ha teşteffu qamatun bi-’îdanin we-nayatî”
Semayê rast û çep tînin şemalên xasse hiltînin
“Fe-ya li l-lahi fî meylatiha min ’etfi banatî”
Bibêjin xemze elmasê bi zimzim bîne şehkasê
Ko hel kit me’nayên asê “fe-ya heyya lena hatî”
Dibînî nexmeya çengê dema avêhte ahengê
Bi qanûn wê dixwînit me “li-mî’adin we-mîqatî”
Ji remzên xemze çalakê bi dil dê bêne idrakê
“Me’anin lem yese’he l-lefzu min dîqi l-’ibaratî”
Ji nazik dilbera nazik di sehmê dî me i’cazik
“We-kem min xeşfi xizlanin ehabet leyse xabatî”
Ne tenha pêşiber yar în ji emrê “kun” xeberdar în
“We-men ehwahu sarin fî mesarî kullî zerratî”
“Huwe l-ewwel huwe l-axir huwe z-zahir huwe l-batin
Huwe l-me’bûdu we-l-meşhûdu fî kulli l-huwiyyatî”
Ji laşey’î ji me’dûmî me nasî sirrê qeyyûmî
“Sucûdî fî turabi l-mehwi min e’le l-meqamatî”
Bi heq rindê xerabat im ji dêrê vê demê hatim
çi hêvî hon dikin îro ji vî rindê xerabatî
Di ’işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me’anî me
“Li-zî hicrin we-çî qelbin şifa’un fî işaratî”
Di iqlîmê suxen mîr im di şi’rê de cehangîr im
“We-ye’lu mewkibe l-’uşşaqi e’lamî we-rayatî”
çi xweş nûrek zelal î tu di qelbê min şemal î tu
“We-qelbî heysu fîhi l-hubu mişbahun bi-mişkatî”
Teqada weh dikir hikmet ko çerx û lewleb û bab in
“Huwe l-fe’’alu la texter bi-esbabin we-alatî”
Ezel ’eynê ebed yek an di deyyûmî yû qeyyûmî
Tenezzul tête tefsîlê “bi-anatin we-ewqatî”
Te’ale l-lah ji ihsanî bi dildarî bi dil danî
Mela îro te kir paşa li ser çehvên Melê hatî
15. yüzyılda Cizre'de yaşamış olan Ahmed Cüzeyrî'nin (Molla Cüzeyrî) Divan'ı.