Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynî
Te’ale l-lah binê remzê çi reng avête mabeynî
Binê nûnên li ser şadan ko katib guşe lê badan
Seraser qaf-i ta qafe rumûza hikmeti l-’eynî
Beqa nînin li bo tiştî heta kengê bikîn piştî
Di ’işqa wan perîrûyan werin dinyayê da deynî
Bi berqa şîr û elmasan bi tîrêjên di şehkasan
Seraser ehlê dunyayê disojî terfeti l-’eynî
Mela bi l-lah di vî dewrî bi vî rengî bi vî tewrî
Nişan da wek Nişanî kes deranîn dûr ji behreynî
15. yüzyılda Cizre'de yaşamış olan Ahmed Cüzeyrî'nin (Molla Cüzeyrî) Divan'ı.