Tor im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperes û nûra tecella yim ez
Barî ji “we-’ellem” ko xeberdar-i kirîn
îro tu bizan ademê esma yim ez
Inşa’ê ’ulûmê ledunî çunke mi zanî
Zanî bi heqîqet ko çi inşa yim ez
Herfên reqemê lewha wucûda mi bixwan
Da qenc-i bibînî ko çi imla yim ez
Zahir tu perîşaniya halê mi nebîn
Mecmu’ê di zatê xwe we tuxra yim ez
’Alem çi ye i’rab û hurûf û kelîmat in
Ew nuqte di nefsa xwe û me’na yim ez
Sed Nîl-i we tên û diderin qelbê me
Pê nahisihîn qulzem û derya yim ez
Tu ji nusxeya tewhîdê mexwîn ayeta nefyê
Bê aleta isbatê ko illa yim ez
Sed neql û riwayet di meya saf-i mûyek
îro ko ji pîrê xwe bi fetwa yim ez
Peyweste tu her bang-i mekî şubhetê ney
Bê yar û mey û saz-i mi go nayim ez
Herçî te bivêtin ji me wer can bi xwe bit
Cana bike ferwar-i vewesta yim ez
Sed şîş-i li dil dane ji mihrê me Mela
Lew her bi fixan mislê ney û nay im ez
15. yüzyılda Cizre'de yaşamış olan Ahmed Cüzeyrî'nin (Molla Cüzeyrî) Divan'ı.