Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyalî 04:47

Tu dizanî bi Xudê min tu xiyal î şeb û roz
Bi xiyala xwe medam min tu li bal î şeb û roz

Her bi mîzan direşînî cegerê tîr û xedeng
Ji neseq şa’iqe me j’qewsê hilalê şeb û roz

Mislê goyîn te rewan nal ji dilê miskîn-i tên
Em nizanîn tu çira her we dinalî şeb û roz

Te bi firyad û fixanan bi xwe bilbil ker-i kir
Ellah Ellah ji çi derdî we dikalî şeb û roz

Da ko dilber qedemê lê binihed rewşen-i kit
Lew tu xwînê we ji çehvan vedimalî şeb û roz

Te tinê zewq û şefa kir bi şeyên dilberê ra
Sernixwîn geh şubê nûn geh weko dal î şeb û roz

Fetweya pîrî Mela yan tu bi ilhamê nebî
Vê meyê herwe dinoşî bi helalî şeb û roz

Melayê Cizîrî Dîvanı

15. yüzyılda Cizre'de yaşamış olan Ahmed Cüzeyrî'nin (Molla Cüzeyrî) Divan'ı.