Ey Nesîmê Seherê 08:25

Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê
sed selaman bigehînî ji me wê padişehê

’Er’era qamet elif neyşekera şox û şepal
Nazika sîm-i ten û xwisr û zerrînkulehê

Di berê da tu bibûsî bi dused zarî û lutf
Asitan û der û dîwar û şibakên qelehê

Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman
Dê bi destê zeriyê muhteşemê serwisehê

Belko dilber ji rûyê ’adilî û merhemetê
Rehmekê kit bi feqîran û bipirsit gilehê

Heq dizanit di şevan şubhetê avên di royan
Me bi dil zarî û kalîn e heta şubhegehê

Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye
Cerg û dil herdu bi nalîn e wekî çeng û jihê

Perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmê hilîn
Da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihr û mehê

Dîn eger bête beha can didirim lê emma
Me hezar canê ’ezîzî dihilîtin di behê

Qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq
Kê nişan da di cehan mislê te xwindkar û şehê

’Alemek şehdeyiya husn û cemala te didit
Tu zuleyxayê zeman î we çi hacet medehê

heq nigehdarê te bit padişeha serwiqedan
Bi kinarê me feqîran bike carek nigehê

Xobî û dilberî û naz û telettuf bi te şên
Xusrûya padişehan î we xwidana cebehê

hecer-eswed bidirit destê ziyaret bikirim
Nezrê min bit bigirim xwas-i terîqa Mekehê

Ji ezel heq bi Melê daye ji ’işqê qedehek
Ta ebed mest û xerab în ji meya wê qedehê

Melayê Cizîrî Dîvanı

15. yüzyılda Cizre'de yaşamış olan Ahmed Cüzeyrî'nin (Molla Cüzeyrî) Divan'ı.